2013 Roja Şanoyê a Cîhanê
Peyama Dario Fo
Araf - di navbera du welatan de-NUÇE TV
'Araf - di navbera du welatan de'
Theodora Kürt Tiyatrosu'nda
Etkin Haber Ajansı
Daf/Kapan bayramda kuruluyor
Daf/Kapan bayramda kuruluyor
Taksim'e 'Kapan' Kuruluyor!
Taksim'e 'Kapan' Kuruluyor!
Kürtçe oyun ‘Araf’ büyük Ödüle aday
ANF-TARAF-BİRGÜN-KURDSHOW-GÜNLÜK-AKNEWS-TİYATRONLİNE-
Araf “Musa Anter’in Hayatı” Keferze Derneğin'de
TİYATRO AVESTA
Araf Rengahenk Sanat Evi’nde
Araf Rengahenk Sanat Evi’nde
BİR DİLİN ÖLÜMÜ SAHNEDE
‘Mirina Zimanekî’ Muammer Karaca Tiyatrosu’nda (ANF NEWS AGENCY)
Tiyatro Avesta Kürtçe oyunla varoşlarda
Rojnivîska Dînekî/Bir Delinin Güncesi
Araf yasaklandı (taraf)
Tiyatro Avesta’nın Araf’ı İzmir’de “araf”ta kaldı(taraf)
AYDIN ORAK ile söyleşi
Shakespeare Kürt olsaydı katledilirdi!
Tiyatro Avesta Kürtçe Islık Çalıyor(Bianet)
Tiyatro Avesta Kürtçe Islık Çalıyor(Bianet)
Apê Mûsa bi ‘Araf’ê li Swêdê ye
Apê Mûsa bi ‘Araf’ê li Swêdê ye

2013 Roja Şanoyê a Cîhanê

International Theatre Institute ITI
World Organization for the Performing Arts
 
2013 Roja Şanoyê a Cîhanê
Peyama Dario Fo
 
Beriya niha ji zû ve, pergalê lîstikvanên Commedia dell’Arte ku ji hebûna wan aciz in, biryar hat dayîn; bera wan dan, ew ji welat qewirandin.
Îro lîstikvan û komên şanoyê neçar dimînin ku sehne, salon û temaşevanan bibînin. Hemû sedem krîz e.
Ji ber vê yekê, xwediyê pergalê kûr û kûr henekên xwe dikin û êdî eleqê xwe ji kesên ku dixwazin dengê xwe derxînin nayînin. Di ser de, ne war û welatekî lîstikvanan, ne jî girseyeke gel ku dengê xwe bigihînin wan heye. Li Ronesansa Italya, tam berevajî, xwediyê pergalê mecbur bûn ku Commedianti di quncikê de asê bikin; ji ber ku bi girseyan temaşevanên wan hebûn.
Tê zanîn ku derketina mezin a welat ya lîstikvanên Commedia dell’Arte di sedsala dij-reformasyon pêktê. Wê demê emir hat dayîn ku hemû holên şanoyê bên valakirin. Bi taybetî ev li Romayê bû. Bi hinceta ku şano zirar dida pîroziya wî bajarî dihat suçdarkirin. Papayê 12. di sala 1697'an de, bi zextên kevneşopiyên burjuvaziyê û bi piraniya çîna ruhban, emir da ku Şanoya Tordinona xira bike. Nobedarê exlaqê îdea dikirin ku xwepêşandanên herî şerm li wir derdiketin ser sehnê.
Di heyama dij-reformasyonê de kardinal Carlo Borromeo ku ji bo gel “Zarokên Milano” gotiye, hewldana xwe li Bakurê Italya zêdekiriye, ji xwe re kiriye armanc ku wan ji gunehan rizgar bike.
Di çavên wî de di navbera hûner û şanoyê de cûdahiyeke mezin heye: Yek, qedemeya yerî bilind a perwerdeya giyanî, dû, berê xwe dayîna ego û bi karên pûç re lebikandin. Di nameya ku ji hevkarên xwe re şandiye nêrînên xwe wiha tîne zimên: "Me ji xwe re kiriye dert ku koka wî giyayê bi zirar biqelînin. Ji bo em wan tekstên ku axaftinên rezîl vegotine bişewitînin çi ji me hatiye me kir. Me hewl da ku em hemûyan ji hişên mirovan derxînin. Em ketin pey wan kesên ku nivîsên wisa dane çapê. Lê wisa xuyaye, em hîn hişyar ne bû yî, şeytan bi qurnazî xebitiye. Tiştê ku bi çav tê ditîn, li ber tiştên di pirtûkê de tê xwendin, çendîn dikeve kurahiya giyan! Bi peyva ku ji dêv derketiye û hewldana ku lê tê, di hişê zar û keçên kamil de, xirabiya ku tê kirin, li ber peyvên mirî ên di pirtûkan de çi ne ku. Ji ber vê yekê, çawa ku em bajarê xwe ji giyanên ku nayên xwestin paqij bikin, divê em ji kiryarên şanoyê jî paqij bikin."
Wisa xûya ye ku, ji bo ji krîza rojane rizgar bibin, hêvî ew e ku li hember me kampanyayeke mezin were lidarxistin. Bi taybetî divê ev seferberî li hember mirovên ciwan ku dixwazin hûnera şanoyê hîn dibin bibe. Di encamê de, dîasporaya Commedianti ya ku ji karkerên şanoyê yên ku hatine qewirandin dê bê afirandin, bêguman ji van zextan wê feydeyên ku nakeve aqilan, wê xwepêşandan û lîstikên nikûnû biafirînin.
 
Werger Aydın Orak, Adar 2013, Stenbol